26 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 27 Cotmeh 2016
MÛSIL
Li Iraqê operasyona ji DEAŞa rêxistina terorê rizgarkirina Mûsilê di roja 10emîn de dewam dike.
Di operasyona ku ji aliyê artêşa Iraqê û hêzên pêşmerge va hat destpêkirin û hêzên koalîsyona navneteweyî jî piştgiriyê didinê de, heta niha Hemdaniya navçeya bajêr a ku dikeve aliyê başûrê rojhilatê herêmê, li başûr Nemrûd, li aliyê rojhilatê jî bajaroka Bertîllayê hatin rizgarkirin. Hêzên artêş û pêşmergeyê diyar kir ku heta niha zêdetirê 30 gundî ji DEAŞê paşve sitandine.
Bajaroka Başîqayê ya dikeve aliyê bakurê rojhilatê hermê ku herî zêde xiristan û êzdî lê dijîn, 3 roj berê ji 4 aliyan ve hatibû dorpêçkirin û ji bo rizgarkirina tevahiyê herêmê operasyon dewam dike.
- Mûsil ji dûr va xuya dike
Di nav hêzên tevlî operasyona xilaskirina Mûsila ku ev du sal û nîvek e di destê DEAŞa rêxistina terorê da ye herî zêde nêzî bajêr bûn pêşmerge ne. Hêzên ku ji eniya Nawerana li bakurê rojhilatê û ji eniya Başîqayê ya li rojhilatê bajêr dikeve dest bi hereketê kirin di 23ê cotmehê da li herêma ku jê ra dibêjin "Geliyê Mûsilê" gihîştin hev. Li herêma ku hêzên ji herdu eniyan hatin û gihîştin hev bi qasî 9 kîlometreyî ji navenda Mûsilê dûr e.
Dema dibe êvar ji herêmên ku hêzên pêşmerge xistin bin kontrola xwe roniyên li navenda Mûsilê xweş xuya dikin.
- Şewitandina nefta xam rê li pêşveçûnê dibire
DEAŞ ji herêmên ku mecbûr dimîne û paşve dikişe agir berî bîrên neftê û madeyên kîmyewî yên ku zêde dû jê dertên dide. Agirê ku li navenda bajaroka Qeyarayê berî bîra neftê hatiye dayîn ji sê mehan zêdetir e ku dewam dike.
Şewata ji ber neftê li başûrê Mûsilê rê li pêşveçûna hêzên ewlehiyê digire û balafirên hêzên koalîsyonê jî ji ber du nikarin hedefên rêxistinê baş tespît bikin.
Rêxistin ji xeynî nefta xam kukurt û madeyên kîmyewî yên din jî dişewitîne û ji ber du û bêhna şewatê ya giran pêşveçûna hêzên ewlehiyê zehmetir dibe.
- 10 hezar kesî koçî deverên ewle kirin
Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê da hat destnîşankirin ku di 10emîn roja operasyona rizgarkirina Mûsilê da ji gundên rizgarkirî heya niha nêzîkî 10 hezar sivîlî malên xwe terikandin û koçî deverên ewle kirin.
Sivîlên li gundên ku artêşa Iraqê û pêşmerge kontrol kirin li bal kampên ji konan ên demkî yên Neteweyên Yekbûyî (NY) tên sewqkirin. NYyê li herêma Xazir û Şêxanê ku di kontrola pêşmerge da ne du kampên konan, li devera Qeyareya di kontrola artêşa Iraqê da jî kampek ava kirin. Herwiha li navçeya Mexmûrê jî dîsa bona koçberan beriya niha Kampa Dîbegeyê hatibû avakirin.
Serokwezîrê Iraqê Heyder el-Ebadî di 17ê cotmehê da ragihandibû ku operasyona rizgarkirina Mûsilê dest pê kir.