Fatih Gazioğlu
20 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 21 Tîrmeh 2018
BATMAN
Sînan Sadakê gulaşvan yê ker û lal yê ku li Cizîra navçeya Şirnexê dijî ev cara seyemîne dibe şampiyonê dinyayê.
Sînan Sadak (23) malbateke ku ji 8 xwîşk û birayan pêk tê hat dinyayê. Sadak di zarokatiya xwe da pêlav boyax dikir û arîkariya malbata xwe dikir.
Sadak daxuyaniyek nûçegihanê AAyê û got ku ew 13 sal in gulaşê digire û sê caran bûye şampiyonê dinyayê û 2 caran jî bûye şampiyonê Ewropayê. Sînan got wî di zaroktiya xwe de pêlav boyax dikirin û bi saya vê arîkariya dida malbata xwe.
Sînan destnîşan kir ew li Cizîrê li taxê Nurê mezin bûye û wiha axivî:
"Taxa ez lê dimam bûyerên terorê çêdibûn her dem. Min di 12 saliya xwe da dest bi gulaşê kir. Ez çar caran bûm şampiyonê Tirkiyeyê. Ez di kategoriya 16 saliyan jî bûm duyemînê dinyayê. Di sala 2014an jî ez bûme şampiyonê dinyayê. Xwedê di heman dem de nesîp kir, ez di sala 2015an hem di kategoriya ciwanan hem jî ya mezinan de bûm şampiyonê Ewropayê. Ez di sala 2016an jî li Îranê bûm duyemînê dinayayê. Herî dawî jî di sala 2018an li Vladîmîra bajarê Rûsyayê ez bûm şampiyonê dinyayê."
Sînan got ku ew ji ber bûyerên terorê xemgîn dibe û naxwaza navê Cizîrê bi van tiştan were rojevê û wiha dewam kir:
"Cizîr bajarê aliman e, bajarê Nûh pêxembere. Ev bûyerên terorê em aciz dikin û naxwazin bi van tiştan werin rojevê. Înşeallah ji vir şûn da em ê bi xeberên xweş û serkeftinên sporê, bi hunerê va werin rojevê."