Ekip
03 Adar 2017•Rojanekirin: 04 Adar 2017
İSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, der barê giringiya çandê, zanistê û îrfanê de got: "Çanda bêîrfan, bi eşkereyî bibêjim hemalî ye. Wek mayîn çanda ji exlaqê bêpar, tenê em pê ber bi xirabiyê va diçin. Lewra armanca çand û hunerê ew e însan pê bigihêje kamilbûna aqlî û exlaqî. Ji her demê zêdetir pêwistiya me bi çand û hunera li pey başî û xweşiyê dikeve, heye."
Erdogan, di 3emîn Şûraya Çanda Neteweyî de ku li Navenda Kongreyê ya Lutfi Kirdar hat lidarxistin axivî û bal kişand ser ehemmiyeta çand, zanîn, fêmdarî, îrfan û hîkmetê.
- "Di 14 salên ku derbasbûn da di mijara çandê da gelek karên girîng hatin kirin"
Li ser ehemmiyeta çandê Erdogan wiha axivî: "Di 14 salên ku derbasbûn da di mijara çandê da gelek karên girîng hatin kirin. Wek mînak hejmara muzeyên rasterast girêdayî wezaretê ji 93yan derxistin 198an, hejmara ziyaretvanên muzeyan ji 7,4 milyonî derkete 17,3 milyonî. Hejmara şanoyên ku piştgirî didanê ji 59an gihîşte 216an, mîqtara alîkariya ku didan sînemeyê ji 6 milyonî gihîşte 176 milyon dolarî. Hejmara temaşavanan sînemayê yên li welatê me ji 23,5 milyonî derekete 58 milyonî, bi taybetî jî 31 milyon kesî fîlmên xwemalî temaşe kirin û ev hejmara di dîroka me da hejmara herî zêde ye."
- "Hewcedariya me bi hişmendiya çanda neteweyî heye"
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku divê di warê xebatên li ser çandê de baldar bin û got:
"Lazim e em li hember fealiyetên di bin navê çandî de, çalakiyên bi kêrî me û çanda me ya neteweyî neyên baldar bibin. Niha vê çaxê de tahlûkeya herî mezin bêbingehiya çandî ye. Bi karên ku tu kûrahî û wê payîdariya wan nîne, yên ku rojane ne, em nikarin tu çand û medeniyetê ava bikin. Lazim e em li ser karên ku mayînde û heta demeke dûrûdirêj didome bisekinin. Lazim e jî bi taybet em ciwanên me bidin ber destê hosteyekî û huner û çanda rast nîşanî wan bidin, em vê teşwîq bikin. Tecrubeya min ya siyasetê evê nîşanî min dide."
Erdogan got hewcedariya wan bi çandeke neteweyî heye û wiha pê de çû:
"Hewcedariya me bi hişmendiya çanda neteweyî heye. Jixwe bîr nekin desthilatdariya siyasî dikare bi hilbijartin, ray û sandiqê bê serî lê ji bo desthilatdariya çandî zêdetir hewcedariya me bi ked, xebat, xwedan dayînê heye. Em divê li dijî biyanîbûna çandî û emperyalîzma çandî qiymetên xwe yên xwemalî û neteweyî bi zimanekî kurewî ji nû va keşif bikin û ava bikin. Neteweyî û xwemalîbûna forma berhema çandekê tu car li ber mene û peyama wê ya kurewî asteng nîne."
Erdogan herwiha bal kişand ser ehemmiyeta pevrebûna çand û îrfanê û wiha nirxandin kir:
"Ev çend sedsal in dinya di mijara çandê da bi lez ber bi yekrengiyê dimeşe, ev bi tenê ne ji bo çanda tirkan, ji bo hemû çandan tehdîdeke mezin e. Jixwe em dikarin vê vegerînin firsendê. Çanda bêîrfan, bi eşkereyî bibêjim hemalî ye. Wek mayîn çanda ji exlaqê bêpar, tenê em pê ber bi xirabiyê va diçin. Lewra armanca çand û hunerê ew e însan pê bigihêje kamilbûna aqlî û exlaqî. Ji her demê zêdetir pêwistiya me bi çand û hunera li pey başî û xweşiyê dikeve, heye."