Pêşhilbijartina pêşbirka deng li Salona Konferansê ya Midûriyeta Wezareta Xurek, Çandinî û Ajalvaniyê ya bajêr hat lidarxistin û 73 kes beşdarî pêşbirkê bûn.
Midûrê Wezareta Xurek, Çandinî û Ajalvaniyê yê bajêr Mustafa Atalar beriya pêşbirkê axivî û got ku ev mihrîcana çaremîn e ku tê lidarxistin.
Atalar got ku Mîhrîcana Çand û Zebeşan dê 23ê îlonê de dest pê bike û dê 25ê îlonê de xilas bibe.
Atalar wiha axivî: "Li Diyarbekirê ji sala 1967an û vir ve pêşbirk wek pêşbirka giraniya zebeşan, carinan jî wek mihrîcana zebeşan hat lidarxistin. Heta 2011an gelek pêşbirk û çalakî çêbûn. Lê di sala 2011an de wek mihrîcan tê lidarxistin û pêşbirka deng jî di vê çarçoveyê de çêdibe."
Atalar got ku di pêşhilbijartina ewil de 10 fînalîst hatin diyarkirin û ev kes dê 25ê îlonê de li Stadyuma Bajêr a Ataturkê de cardin pêşbaziyê bikin. Di dawiya pêşbaziyê de kesê yekem dê 5 hezar, yê duyem 4 hezar, yê sêyem jî hezar lîre xelat bistîne. 7 kesên din jî dê 500 lîre xelat bigre.
73 kesên ku beşdarî pêşbirkê bûn stranên kurdî û tirkî gotin.