Haydar Şahin
03 Nîsan 2018•Rojanekirin: 03 Nîsan 2018
ÎSTANBUL
Iker Casillasê qeleparêzê bi nav û deng ê gogelinga dinyayê di pêşbirka ku Portoyê li hember Belenensesê 2-0 da der da derkete pêşbirka xwe ya cara 1000î.
Li ser hesabê Twîtterê yê Kuluba Portoyê hat diyarkirin ku qeleparêzê ji Îspanyayê cara ewil di 12ê îlona 1999an da bi formeya Real Madrîdê li hemberî Atletîco Bîlbaoyê derkete pêşbirkê, vê carê bi formayê Portoyê cara 1000î derket hemberî Belenensesê.
Casillasê 36 salî di seranserê qeleparêziya xwe da bi tenê di Rela Madrîd û Portoyê da lîst. Casillas bi Taxima Neteweyî ra jî carekê Kupaya Dinyayê, 2 caran jî Şampiyonaya Ewropayê qezenc kir.
Wekî mayîn Portoya ku di hefteya 28an a Lîga Premîer a Portekîzê da têkoşîna şampiyontiyê dide li deplasmanê hember Belenensesê 2-0 da der.