30 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 30 Rêbendan 2017
MADRÎD
Di Lîga Futbolê ya 1emîn a Îspanyayê hefteya 20emîn de tîma Real Madrîdê 3-0 tîma Real Socîedadê têk bir.
Mateo Kovacîc di nîva ewil a pêşbirkê de di deqîqeya 38emîn de golek avêt. Di deqîqeya 51emîn a nîva duyem de Crîstîano Ronaldo û deqîqeya 83emîn de jî Alvaro Morata golek avêtin. Bi vî awayî Real Madrîdê 3-0 tîma Real Socîedadê têk bir.
Înîgo Martînezê lîstikvanê tîma Real Socîedadê di deqîqeya 74emîn de karta sor hilda û ji tîmê veqetiya.
Real Madrîda ku di La Lîgayê de di rêza yekem de cih digre puanê xwe derxiste 46an, Real Socîedad jî bi 35 puanan ve di rêza 5emîn de cih digre.