28 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 28 Tîrmeh 2016
ANKARA
Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu û rojnamevana xwedî xelata Nobelê Tewekkul Karman li meqama Çavuşoglu hatin bal hev.
Li gor agahiya çavkaniyên dîplomatîk Wezîr Çavuşoglu der barê hewldana derbeyê ya 15ê tîrmehê û bûyerên piştî derbeyê de agahî da Karman.
Çavuşoglu spasiya Karmanê kir ku wê piştgirî daye Tirkiyeyê û beşdarî xwepêşanên li dijî derbeyê bûye.