Sevim Hatun
28 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 28 Tîrmeh 2016
BÎNGOL
Li hember hewla darbeyê ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) ji roja pêşî vir va bi bangewaziya Serokomar Erdogan 'qadan vala nahêlin' li 81 wîlayetê Tirkiyeyê nobedariya demokrasiyê digirin.
Xebatkarên Midûriya Bajêr a Xurek, Çandinî û Heywandariyê, Defterdarî û Zanîngeha Bîngolê li ber kûleya saetê ya li Kolana Gençê hatin bal hev û tevlî welatiyên ku nobeta demokrsiyê digirin bûn. Xebatkaran alayên di destê xwe da hejandin û durîşm berz kirin.
Koma Yuruyuş ya ku piştî hewla derbeyê ya FETO, bajar bi bajar digere û konserê dide, li Bîngolê konser da.