Önder Beyter
12 Adar 2018•Rojanekirin: 12 Adar 2018
ÎSTANBUL
Hat ragihandin ji kesên ku di qezaya balafira taybet a Başaran Holdîngê ya ku li eyaleta Çarmahal û Bextiyarî ya Îranê ket xwarê da jiyana xwe ji dan jê cesedê 8 kesan hat tesbîtkirin.
Riza Zahiriyê Alîkarê Serokê Şaxa Lêgerîn û Xilaskirinê ya Saziya Heyva Sor a eyaleta Çarmahal û Bextiyarî ji ajansa fermî ya Îranê IRNAyê ra axivî û diyar kir ku tîma lêgerîn û xilaskirinê nîvê şevê di saet 03.00yan da gihîşt ciyê bûyerê û herwiha tîma ku ji çiyageran pêk tê, cesedê 8 kesan tesbît kir.
Zahirî bal kişand ji ber ku şewitîne û herwiha belav bûne, 2 cesed nehatin teşxîskirin û ji bo cesedekî mayîn jî xebatên lêgerînê dewam dikin.
Ji aliyekî din va jî Alîkarê Waliyê Eyaleta Çarmahal û Bextiyarî Cafer Meydanî ragihand ku qutiya reş a balafirê hat dîtin.
Meydanî destnîşan kir ku qutiya reş li navçeya Kiyarê li serê Çiyayê Helenê hat dîtin.
Balafira taybet a Tirk a Başaran Holdîngê ji bo ku were Stenbolê duh danê êvarê ji Mîrektiyên Yekbûyî yên Erebî bi firê ketibû û li Îranê li Şehrêkurd ê serbajarê eyaleta Çarmahal û Bextiyarî li nêzîkî gundê Durk Enar ê navçeya Kiyarê ketibû xwarê û herwiha hatibû ragihandin ku di qezayê da tevî 3 muretebatî 11 kesî jiyana xwe ji dest da.