Sevim Hatun
12 Adar 2018•Rojanekirin: 12 Adar 2018
ANKARA
Di operasyonên dijî terorê yên li giştiyê welêt di navbera 5-12ê adarê hatin kirin de 13 terorîst hatin kuştin.
Wezareta Karên Navxweyî ragihand ku, di hefteya dawîn de Herekata Taybet a Cendirmeyê, Herekata Taybet a Polêsan, Yekeyên Komando yên Cendirmeyê digel Hêzên Beja û esmanî yên Artêşa Tirkiyê hezar û 116 operasyon li dar xistin.
Di operasyonan de 262 kesên bi îdiaya alîkarî û piştevaniya rêxistina terorî ya cihêxwaz PKKê kirine, 95 bi îdiaya peywendiya wan bi rêxistina terorî DEAŞê re heye, 740 kes di çarçoveya têkoşîna dijî FETO/PDYê de 10 gumanbar jî di çarçoveya têkoşîna dijî rêxistinên çepgir de hatin binçavkirin.
Di operasyonên plankirî de hezar û 107 kes ji ber sûcên terorî, 136 kes ji ber koçberiya bêpergal û 3 hezar û 783 kes ji ber qaçaxçîtiyê bi tevahî 5 hezar û 26 kes hatin qefaltin.
Di operasyonên ewlehiya navxweyî de 5 terorîst teslîm bûn, yek jê kuştî 7 terorîst hatin desteserkirin. Bi vî hawî bi tevahî 13 terorîst hatin berterefkirin.
Di operasyonên li Mêrdîn, Tuncelî, Hekarî, Bitlis, Batman û Diyarbekirê de 21 stargeh hatin tespîtkirin, 9 teqemeniyên destî yên hatibûn bicîkirin hatin îmhakirin.