15 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 15 Tîrmeh 2017
TUNCELÎ
Derket holê ku termê li ser rêya Tuncelî û Pulumurê hatibû ditîn, cinazeyê mamoste Necmettîn Yilmaz e ku 16yê hezîranê ji aliyê PKKya rêxistina terorê va hatibû ravandin.
Der barê cinaze de Walîtiya Tunceliyê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku 12yê tîrmehê li ser rêya Tuncelî û Pulumurê li kîlometreya 25emîn termê zilamekî hatiye dîtin. Daxuyaniyê de hat gotin ku wan cinaze heman rojê şandin Saziya Tipa Edlî ya Malatyayê û wiha dewam kir:
"Me nimûneyên ji cesedê mamoste Yilmaz û yên bavê wî ji bo lêkolîna DNAyê şandibûn Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê. Li gor encamê derket holê ku ev term yê mamoste Necmettîn Yilmaz e ku 16yê hezîranê ji aliyê PKKya rêxistina terorê va ku hatibû ravandin. Ev êdî teqez bû. Serê malbat û gelê me sax be."
Mamoste Necmettîn Yilmaz meha derbasbûyî ji Sîwereka navçeya Şanliurfayê bi wesayîta xwe diçû Gumuşhaneyê. Paşê wesayîta Yilmaz li geliyê Pulumurê sotî hatibû ditîn û mamoste Yilmaz jî berze bûbû.