22 Tebax 2016•Rojanekirin: 23 Tebax 2016
VAN
Cinazê Metîn Canerê (17) ku li Şahînbeya navçeya Gazîentabê di êrîşa terorê ya li ser dewatê da mir, li welatê wî yê Wanê hat definkirin.
Li gor agahiya ku hat hildan, Metîn Caner ji bo xebatê çibû Gazîentabê. Ji ber ku bi mala dewatê ra cînar e, Caner jî çibû dewatê, lê ew jî di êrîşa terorê da mir û cinazê wî birin Wanê.
Cinazê Caner li goristana taxa Şabaniyeyê hat definkirin.
Bavê Metîn Suleyman Caner got ku ew ji ber êrîşê pir xemgîn bû û ji kesên ku beşdarî merasima cinaze bûn ra sipas kir.