22 Tebax 2016•Rojanekirin: 28 Tebax 2016
GAZÎANTEP
Mistefa Mihemmedê 11 salî yê ji Sûriyê ku ji ber şerê navxweyî yê Sûriyê 3 sal berê ji welatê xwe terkediyar bû û digel malbata xwe xwe spart Şahînbeya Gazîentabê û li taxa Akdereyê dest bi jiyaneke nû kirin, qewimînên êrîşa terorê bi çavê zarokekî ji peyamnerê AAyê ra vegot.
Mihemmed destnîşan kir ku dema wî digel hevalên xwe dilîst, teqîneke mezin çêbû û ew pir tirsiya.
Mihemmed got ku di dawetê da zarokan "beloq"a pêlîstok dilîstin û ji ber dengê wê jî mezinan hêrsa xwe dianîn û di wê kêliyê da tevî xirtoşeyeke mezin teqînek çêbû. Mihemmed wiha qala wê kêliyê kir:
"Yên li dawetê ji zarokan ra digotin, 'beloqan neteqînin' û hêrsa xwe ji zarokan ra dianîn. Peyra teqîneke mezin çêbû. Agir cî da ez pekandim. Merivan pê li min dikirin û ji ser min ra derbas dibûn. Dema ku teqîn çêbû herkes li erdê bû. Meriv diqîriyan û baz didan. Min ew û dûman dîtin. Herkes diqîriya û digotin, 'bimeşin, bazdin.' Dayîkan radihêşt zarokên xwe û direvîn. Minê ji ku bizanibûya bombeyê biteqe, ma ne ez zarok im. Li wir perçe cam pekiya xeneqa zarokeke cîranê me yê sûrî û zarok mir. Paşê apê min ez dîtim û birim malê."
Salim Muhammed jî got ku wî bi bihîstina teqînê ra, xwe avêt derva û çû hewara birîndaran.
"Millet li erdê ye, yê ku dike qareqar, yên ku digrîn"
Muhammed got dema ku wî zarok direvandin ambulansê, bavê wî li wî geriya û gotê "Mustafa li malê nîne" û wiha dewam kir: "Ji aliyekê va agir bi wan deran ketiye, dû heye. Millet li erdê ye. Yên ku dikin qareqar, yên ku digrîn. Ez hem li biraziyê xwe digeriyam, min hem jî alîkariya mirovan dikir. Min hew nihêrî biraziyê min li dereke sikakê dirêjkirî ye. Min ew da milên xwe û bi ambulansê bir nexweşxanê."
Muhammed diyar kir, li Sûriyê jî teqînên wiha çêdibûn, lê wî wek vê teqînê êş nedît û wiha dewam kir: "Ez pir tirsiyam. Ez pir xemgîn bûm, lewra em hemû misilman in û bira ne. Çima wiha dibe?"
Mustafa Muhamedê kalikê Mustafa jî got ku ew dema teqînê li malê bûye, ji ber ku wî neviyê xwe nedît, ew li kurê xwe geriya.