Elif Orhan
24 Mijdar 2015•Rojanekirin: 24 Mijdar 2015
Di civîna ewlehiyê ya bi serokatiya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan de di serî de Sûriye di çarçoveya geşedanên dawîn ên li herêmê de li ser mijarên ewlehiyê sekinîn.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên ewlehiyê serokomariyê hatin bidestxistin di civîna ku li Kulliyeya Serokomariyê bi serokatiya Erdogan hat kirin de li ser ewlehiya sînorên Tirkiyeyê sekinîn. Di vê çarçoveyê de li ser mijara di çarçoveya rê û rêbazên angajmanê de xistina balafira şer a ku sehaya hewaya Tirkiyeyê îxlal kir, hevdîtin kirin.
Dan zanîn ku di civînê de li ser rewşa dawîn a li Bayirbûcaka herêma Sûriyeyê sekinîn.
Serokwezîr Ahmet Davutoglu, Serokê Sererkaniyê Hulusî Akar, wezîrên eleqedar û Misteşarê MÎTê Hakan Fîdan beşdarî civînê bûn.