31 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 01 Rêbendan 2016
ANKARA
Civîna ewlehiyê ya li Koşka Çankayayê ku di serokatiya Serokwezîr Ahmet Davutoglu da hat kirin qediya.
Civîn ji çapemeniyê ra girtî hat kirin û qederê 4 saet û 40 deqîqe ajot.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên serokwezîriyê hatin bidestxistin di civînê da li ser mijarên rewşa dawîn a têkoşîna bi terorê ra, jinûvevakirina bajaran, di serî da zarok xebatên ji bo mexdûrên terorê hat axaftin.
Serokê Sererkaniyê Hulusî Akar, Arîkarên Serokwezîr Numan Kurtulmuş, Yalçin Akdogan û Tugrul Turkeş, Wezîrê Karên Navxweyî Efkan Ala, Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag, Wezîrê Parastina Neteweyî Îsmet Yilmaz, Wezîra Malbat û Polîtîkayên Civakî Sema Ramazanoglu, Wezîrê Gumrik û Bazirganiyê Bulent Tufenkcî, Wezîra Hawirdor û Bajarvaniyê Fatma Guldemet Sari, Wezîrê Gihandin, Ragihandin û Behrevaniyê Bînalî Yildirim, Misteşarê Serokwezîriyê Kemal Madenoglu, Misteşarê MÎTê Hakan Fîdan, Misteşarê Nîzam û Ewlehiya Kamûyê Muhammed Dervîşoglu, Fermandarê Giştî yê Jendirmeyan Orgeneral Galîp Mendî, Midûrê Giştî yê Ewlehiyê Celalettîn Lekesîz, Serokê Herekatê yê Sererkaniyê Korgeneral Bahadir Kose, Arîkarên Misteşarê yên Wezareta Karên Derbe Ahmet Muhtar Gun û Umît Yalçin, Serşêwirmendên Serokwezîr Kemal Okem, Hatem Ete û Alî Sarikaya û Midûrê Giştî yê Karên Ewlehiyê yê Serokwezîriyê Bîlal Durdali beşdarî civînê bûn.