Önder Beyter
16 Nîsan 2018•Rojanekirin: 17 Nîsan 2018
ANKARA
Serokê Lijneya Rêveberiyê û Midûrê Giştî yê Ajansa Anadoluyê (AA) Şenol Kazanci wiha got, "Wekî AA, heger em bi roja ku me dest pê kir ra bidin ber hev, çi pêşketinên me yên di warê medyaya civakî da, çi pirrengiya di ziman û nûçeyan da, çi nûçeyên me yên li ser însanan, çi di mijara ne ku ka wê kîjan nûçe were çêkirin, kîjan nûçe wê neyê çêkirin da ez wer difikirim ku me derseke girîng daye."
Edîtorên ji Rêveberiyên Weşana Zimanên Cihanê û Nûçeyên Navneteweyî yên AAyê di "Civîna Salane ya Edîtoran" da li Salona Konferansê ya Midûriyeta Giştî hatin cem hev.
Midûrê Giştî Kazanci piştî nimayişa sînevîzyonê ya "Ji Duh Heta Îro Ajansa Anadoluyê" axivî û destnîşan kir ku di civîna ku wê hefteyekê bajo da rewşa heyî û kêmasî wê werin tesbîtkirin û gavên ku wê vîzyona kurewî ya AAyê xurttir bike, werin avêtin.
Kazanci bal kişand ku helwesta nûçegihaniya rast, ewle û etîk wê ji ser medyayê ra bi awayekî erênî tesîrê li civakê bike ku AA jî bi vê hizr û ramanê va tevdigere û wiha pê da çû:
"Wekî AA, heger em bi roja ku me dest pê kir ra bidin ber hev, çi pêşketinên me yên di warê medyaya civakî da, çi pirrengiya di ziman û nûçeyan da, çi nûçeyên me yên li ser însanan, çi di mijara ne ku ka wê kîjan nûçe were çêkirin, kîjan nûçe wê neyê çêkirin da ez wer difikirim ku me derseke girîng daye."
- "Di dîtin, bihîstin û ragihandina dengê mezlûman da AA ajansa herî baş a dinyayê ye"
Kazanci diyar kir ku di halê hazir da AA, ajansa herî baş a Tirkiyeyê ye û ji zû va ye ku gihîştiye wê armanca xwe ya ku bikeve ava 10 ajansên herî baş ên dinyayê.
Kazanci diyar kir ku di Operasyona Çiqlê Zeytûnê ya li Efrînê da AA ew ajans bû ku nûçe li hemû dinyayê belav kirin û herwiha AAyê haya dinyayê bi qewimînên li Xezeyê xist.
Kazanci wiha dewam kir, "Cudahiya AAyê ji hemû ajansên nûçeyan ên din ew e ku yên ku ew nabînin dibîne û nîşanî dinyayê dide. AA ketiye nava 10 ajansên herî mezin ên dinyayê, lêbelê di dîtin, bihîstin û ragihandina dengê mezlûman da AA ajansa herî baş a dinyayê ye. Heger mijar mezlûmên Rohîngya, Xeze û Sûriyeyê be, li dinyayê bi tenê ajansek heye ku ew jî AA ye."
- "Tirkiye ne bi tenê Tirkiye ye"
Parlementerê Enqereyê yê AK Partiyê Aydin Unal piştî Kazanci derbasî ser kursî bû û axaftinek kir û wiha bal kişand:
"Tirkiye ne bi tenê Tirkiye ye. Tirkiye ew welat e ku hemû reng, ziman, bawerî, çand, xwarin û muzîka erdnîgariya ku jê hatiye û lê ye, di cihoka xwe da mezc kiriye û formeke din daye wan."
- AA tora xwe ya nûçeyên kurewî xurt dike
AA ku di salên pêşîn ên Şerê Rizgariya da "ji bo ku dinyayê bi dengê Anadoluyê bihesîne" di 6ê Nîsana 1920an da hat damezirandin, bi zimanên xwe yên nû yên weşanê û bi ofîsên xwe yên navendî va wê li hemû dinyayê hêza xwe û tora xwe ya nûçeyan xurt bike.
AA ku bi 11 zimanan ên wekî Tirkî, Îngilizî, Erebî, Rûsî, Boşnakî, Fransî, Kurdî (Kurmancî), Kurdî (Soranî), Arnawidî, Makedonî û Farisî va weşanê dike, vê axiriyê Îspanyolî û Endonezî jî li zimanên xwe yên weşanê zêde kirin, û ev hejmar derxist 13an.
AA ku rojane qedera hezar û 650 nûçe, 2 hezar û 330 wêne, 400 vîdeo diweşîne û 15 weşanên zindî dike, 6 înfografîkan çêdike.