İbrahim Atmaca
17 Sibat 2019•Rojanekirin: 19 Sibat 2019
MUŞ
Federasyona Çiyageriyê ya Tirkiyeyê "Perwerdeya Pêşketinê ya Zivistanê" li dar xist û di çarçoveya perwerdeyê da 120 çiyageran li kampusa Zanîngeha Mûş Alparslanê kamp ava kir.
Çiyager wê di şert û mercên dijwar ên zivistanê da perwerde bibin, îgloyê hîn bibin, dema ku li ser cemedê dikevin wê çi bikin û çi nekin, wan hîn bibin, wê bi kramponê va bimeşin.
Nûnerê Mûşê yê Federasyona Çiyageriyê ya Tirkiyeyê Mehmet Çaglayan daxuyanî da rojnamegeran û got ku 11 pispor wê çiyageran perwerde bikin.
Çaglayan diyar kir ku ji çar aliyê Tirkiyeyê 120 çiyager beşdarî kampê bûn û wiha dewam kir, "Çiyagerên ku beşdarî perwerdeyê bûn, wê di çadirên xwe da di nav tuluman da razên. Germa hewayê di binê sifirê da 40 pile be jî alavên wan hene û têra wan dikin. Bi vî hawî wê him hînî şert û mercên zivistanê bibin him jî perwerde bibin. Ji aliyekî din va çiyagerên me wê xurekên xwe bixwe çêkin, çadirên xwe bixwe vegrin."
Çiyager Hazal Merve Bîlîra ku ji Rîzeyê beşdarî perwerdeyê bûye got, "Ji gelek bajarên Tirkiyeyê werzişvan tên. Ji her bajarî hevalên me û malên me çêdibin."
Di dawiya perwerdeyê da ezmûna nivîskî wê were kirin û kesên ku serkeftî dibin wê mafê perwerdeya berf û cemedê bi dest bixin.