10 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 11 Rêbendan 2019
ŞANLIURFA
Dayîka Kurd ya ku ji hêla YPG/PKKya rêxistina terorê va 2 zarokên wê hatibûn kuştin wan rojan ji bîr nake.
Meryem Şêxaniya 58 salî û neviyên wê ji ber şerê navxweyî yê Sûriyeyê xwe sipartin Tirkiyeyê û ev demek e li Eyyubiya navçeya Şanliurfayê dijîn.
Şêxaniya dayîk daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew ji Qamişloyê hatine Tirkiyeyê û wiha axivî:
"Dema ku em li Qamişloyê bûn wê çaxê rewşa me ya aboriyê baş bû. Xanî, zevî û firineke me hebûn. Me alîkariya mirovên ku ji herêmên din ji ber şer revîn dikir. Xaniyek me yê sê qatî hebû. Gelek kesên mexdûr di vî xaniyê me da man. Paşê YPG/PKKya rêxistina terorê hat. Me piştgirî neda wan. Ji ber vê rabûn xaniyên me ji me stendin. Kesên dijî wan derketin girtin. Zevî û wesayitê me jî ji me stendin. Me jî ji ber vê koçkire Resulayna ku di kontrola Artêşa Azad a Sûriyeyê da ye."
- "Cîgera min dişewite, Xwedê ya wan jî bişewîtîn e"
Meryem Şêxaniyê got ku rêxistina terorê li wê derê jî erîş li wan kir û wiha dewam kir:
"Taha û Muayyedê kurê min dijî wan şer kirin. Herdu kurên min jî hatin kuştin. Piştî vê ez û neviyên xwe revîn Tirkiyeyê.
"Zarokên min canên min bûn, mirin çûn. Ez her roj ne carekê, hezar caran dimirim. Zarokên min her dem di bîra min da ne. Tu carî ji bîra min naçin. Cîgera min dişewite, Xwedê ya wan jî bişewîtîn e. Tu eleqeya wan û Kurdewariyê tune ye. Hê li ser ewan zilm li me kirin. Em Kurd in, lê em terorîst nînin. Ev 6 sal in em li vê derê ne. Ji Xwedê û Tirkiyeyê pê ve tu kesê me tune ye. Berê em malbatek dewlemend bûn, lê niha tiştekî me nema. Em dixwazin vegerin ser axa xwe. Bila axa me ji wan paqij bikin êdî. Tenê daxwaza me ev e."