Türkan Tosun
03 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 04 Cotmeh 2018
BÎNGOL
Koçerên biharê derketibûn zozanên Karliovaya navçeya Bîngolê ji ber ku hewa hêdî hêdî sar dibe, êdî vedigerin Şanliurfayê.
Koçeran havîna xwe li Zozanên Şerefdînê yên li Bîngolê derbas kir, lê niha dagêra wan a ku wê 45 rojan bajo dest pê kir.
Abbas Çayê 30 salî hefteyek berê ji Zozanên Şerefdînê rê ket ku vegere Şanliurfayê.
Çay û koçerên bi wî ra ji bo ku heywanan av bidin û hinekî bêhna xwe bidin li Cîlîgola gundê li ser navçeya Karliovayê sekinîn.
Koçeran taştê xwar, hinekî bêhna xwe da û dîsa dest bi rêwîtiyê kir.
Ji ser Bîngol, Elezîz û Diyarbekirê heta Şanliurfayê 125 kîlomêtro rêya wan heye û ewê 45 roj şûn da wê bigihêjin malên xwe.
Koçerên bi saya panelên tavê ceyranê bi dest dixin telefonên xwe dixin şarjê û wisa haya wan ji dinyayê çêdibe.
Abbas Çay ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ew hê 6 salî bûye bi bavê xwe ra dest bi vî karî kiriye.
Çay bavê 2 zarokan e û got wî 15 roj berê jin û zarokên xwe bi wesayîtê şandiye Şanliurfayê ku zarokên wî ji mektebê nemînin û xwe jî bi 4 şivanan ra dest bi rêwîtiyê kiriye.
Çay got ewê di nav 2 mehan da bigihêjin mala xwe û wiha axivî: "Em hefteyek berê ji zozanê derketin, hêdî hêdî ji çiyayan dadikevin. Em danê sibê dimeşin, danê nîvro li kêleka avekê bêhna xwe didin. Paşê dîsa em bi rê dikevin. Em ji Çiyayên Şerefdînê yên Bîngolê diçin Şanliurfayê. Em ji ser Palo, Maden û Erxaniyê diçin Şanliurfayê. Li gor rewşa hewayê û heywanan em carna 10, carna jî 40 kîlomêtro diçin."