26 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 27 Rêbendan 2017
ANKARA
Dadgeha Bilind a Yewnanistanê (Arîos Pagos) biryar da ku 8 eskerên derbeker ên ku piştî teşebûsa derbeyê ya Rêxistina Terorê ya Fethullahî (FETO) reviyan Yewnanistanê îadeyê Tirkiyeyê nekin.
Eskerên ku bi hinceta endamên Rêxistina Terorê ya Fethullahî ne û di teşebûsa derbeyê ya di 15ê tîrmehê de roleke aktîf lîstine û Tirkiye dixwaze bên îadekirin, li gel polêsên yewnan kelepçekirî anîn dadgehê.
Dadgerên dadgeha bilind kom bi kom bangî eskerên mensûbên FETOyê kirin û biryara der heqê wan de hemberî wan xwend.
Dadgehê da zanîn ku daxwaza îadekirina Tirkiyeyê ya eskerên ku piştî teşebûsa derbeyê bi firokeyên TSKê reviyan Yewnanistanê hat redkirin.