26 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 27 Rêbendan 2017
DIYARBAKIR
Qaymeqam Mustafa Kiliçê ku bi biryarnameya di hukmê qanûnê de (KHK) bû Cîgirê Serokê Şaredariya Kayapinara Diyarbekirê got: "Ji rêveberiya berê hin pirsgirêk mane. Li vira rûxandineke 20 salî heye. Em ji bo paqijiyê hewl didin."
Kiliç daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku peşî me dest bi pirsgirêka personêlan kir. Rêxistina terorê di Şaredariyê de bi cih bûye û hema hema ji bo hemû servîsan endam amade kirine. Kiliç ragihand ku personelê ku têkiliya wî bi rexistinê heye bi KHKyê ji kar hat derxistin.
Kiliç got: "Kesê eleqeya wî bi rêxistina terorê heye ji kar hat derxistin. Me destê xwe neda kesên ku têkiliya wan bi terorê re tuneye."
-"Emê dest bi Şaredariya civakî bikin"
Kiliç got ku ji bo welatiyan şev û bi roj bênavber dixebitin û ji bo kêmasî bên çarêserkirin hewl didin.
Kiliç ragihand ku xebatên şaredariyê bi rêk û pêk dewam dike û got: "Em ji bo Şaredariya civakî pêşve bibin dixebitin. Me li navenda bajêr dest bi xebatên park bexçe û peyarê kir. Li bajêr rêyên bê asfalt dê nemînin."
Kiliç der barê terorîstên ku demek berê ji bo sûîqestê lê bikin xwe amade dikirin hatin girtin de jî got: "Em bi van tişta aciz nabin û tevdîrên xwe digrin. Em bi Xwedê bawer in. Em tu carî paşve gavê navêjin.