20 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 21 Tîrmeh 2016
ANKARA
Di bin serokatiya Serokê Karên Diyanetê Prof. Dr. Mehmet Gormez da piştî hewldana derbeyê ya FETOya rêxistina terorê, civîna şêwrê ya deresayî ya bi beşdarbûna miftiyên 81 bajarî hat kirin.
Serok Gormez piştî civînê danezana encamê xwend û diyar kir ku êvara 15 tîrmehê roja înê ji ber hewldana komek cûntaparêzên di nav TSKê da bi cih bûbûn piçek mabû ku li hemberî serokomar û îdareya meşrû sûîqast pêk bê lê ev yek bi saya berxwedan û bangewaziya TSK, polês, hêzên ewlehiyê, saziyên siyaset, medyayê û saya feraset, biryar û wêrekiya gel bi ser neket û wiha pê da çû: "Miletê me yê welatperwer û azadîperwer destûr neda ku îradeya gel û hiqûq bê binpêkirin. Ev êrîşa ku pê dihat xwestin îzzet û şerefa milet zirarê bibîne, hiqûqa gel bê binpêkirin bi saya yekbûna miletê me û li hember sekna wan neçû serî û gelê me jê ra got bisekine."
- "Hemû xeyalên xerab ên vê rêxistinê derketin holê"
Serokê Karên Diyanetê Gormez ragihand ku hemû xewn û xeyalên xerab ên vê rêxistinê ku kar û barên xwe bi navê xizmeta dînî va dike derketin holê û wiha dewam kir: "Bi salan e ku xwe wek fedaiyên mihebetê pêşkêşî me dikin, lê êdî rastiyeke ku ew civak fedayiyên xisûmetê ne û ev heqîqet derketiye holê."
- "Niha wext wexta li îradeya neteweyî xwedîderketinê ye"
Gormez axaftina xwe wiha domand: "Lazim e ku hewlên ji bo perçekirina welatan, bêîstiqrarkirina siyasî, xerakirina pergala kamuyê, bingeha şer û pevçûnê amadekirin, gel berî hevdan, bingeha fîtne û fesadê amadekirin a li welatên îslamê divê bê dîtin. Di vê dema alozî da ji bo gengeşî û bûyerên terorî yên nû divê destûr neyê dayîn. Ji hemû hewl û tevgerên ku mimkun e bibe sedema rageşiya nijadî, bawerî û cihêtiyên din ên di nav gel da hene dûr bê sekinîn. Niha dem dema desthevgirtina 79 milyonan e ku cihêtiyên wek fikr, bawerî û nêrînan bi alîkî va deynin û bên bal hev."