Türkan Tosun
01 Tebax 2017•Rojanekirin: 02 Tebax 2017
ANKARA
Serokê Kar û Barên Diyanetê Prof. Dr. Mehmet Gormezê ku teqawîd bû li Salona Konferansê ya Serokatiya Kar û Barên Diyanetê axivî û xatir ji xebatkarên saziyê xwest.
Di bernameya xwatirxestinê de Qur'an hat xwendin û Gormez axivî.
Gormez anî ziman ku wî 7 salan Serokatiya Kar û Barên Diyanetê û 7 salan jî Alîkariya Serokatiya Kar û Barên Diyanetê bi tevahî 14 salan ked daye û niha ew vê wezîfeya bişeref û rumet dewr dike.
Gormez behsa destpêkirina wezîfeya xwe kir û wiha axivî: "Dema min dest bi vê wezîfeyê kir min got "Rebbê min vê emaneta ku dane min bi rastî û duristî birêvebirinê û bi rastî teslîmkirinê nesîbê min bike."
Gormez destnîşan kir ku li ser wezîfeyê wek her kesî kêmasiyên wî jî çêbûne û niha ew bi dilrehetî vê emanetê teslîm dike û ji ber vê jî ew kêfxweş e.
Ekrem Keleşê wek wekîl ji bo Serokatiya Kar û Barên Diyanetê hatiye tayînkirin kulîlk dan Gormez.
- Xebatên Mehmet Gormez
Gormez di 11ê mijdara 2010an de wek Serokê Kar û Barên Diyanetê hat wezîfedarkirin.
Di heyama Gormez de bi gelek saziyan re wek "Li Nexweşxaneyan Xwedîkirina Menewî" û "Ji Bo Girtîgehan Xizmetên Dînî yên Taybet" peyman hatin îmzekirin.
Ansîklopediya Îslamê ya ku ji 44 cildan pêk tê, berhema "Bi Hedîsan ve Îslam" di dema Gormez de hatin weşandin.
Raporên ku rêxistinên terorê FETO û DEAŞ çawa zirarê didin îslamê hatin amadekirin, ya der barê DEAŞê de bi 8 zimanan hat weşandin.
Gormez çû ziyareta Quds û Xezeyê û di dîroka komarê de cara ewîl e ku li Mescida Eqsayê wek Serokê Kar û Barên Diyanetê xutbe da.
Di hewldana derbeya FETO de li ser daxwaza wî li giştiyê Tirkiyeyê di 90 hezar mizgeftan de sela hat xwendin.