Türkan Tosun
24 Hezîran 2018•Rojanekirin: 24 Hezîran 2018
ANKARA
Der barê 10 biyaniyên ku ji bo Hilbijartina Serokomarî û Parlamenteriyê ya Heyama 27an akredîtasyona wan tune û ne jî çavdêrên AGÎTê ne, lê li çar bajaran xwe wekî çavdêr dane nîşandan û mudaxeleyî hilbijartinan dikin de kar û barên qanûnî dan destpêkirin.
Li gor agahiya rayedarên Wezareta Navxweyî li Agiriyê 3 Fransî, li Şirnexê 3 Alman, li Batmanê kesek û li Diyarbekirê jî 3 Îtalyan bi tevahî der barê 10 kesên biyanî yên ku tê gotin mudaxeleyî hilbijartinan dikin de kar û barên qanûnî dan destpêkirin.
Hat tespîtkirin ji bo hilbijartinê akredîtasyona van kesan tune, ew ne çavdêrên AGÎTê ne, lê xwe wekî çavdêr dane nasandin.