15 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 16 Berfanbar 2016
VAN
Der barê Hevseroka Giştî ya HDPyê û Parlamanetera Wanê Fîgen Yuksekdagê de ji ber sûcê "propagandaya rêxistina terorê kirin" û "Li hember Qanûna Der barê Kutukên Hilbijêran û Hikmên Bingehîn ê Hilbijartinan a ku Hejmara wê 298 e muxalefet kirin" 6 sal cezayê hepsê hat xwestin.
Piştî ku li TBMMê guherîna qanûnê ya der barê rakirina parêzbendiyan qebûl bû û ev qanûn di Rojnameya Fermî de hat weşandin, doza parlementerên ku der heqê wan da jêpirsîn hebûn jî dest pê kir. Ev doz li dadgehan dewam dikin.
Serdozgeriya Komarê ya Wanê lêpirsîna Yuksekdag a ku di 28ê cotmeha 2015an de li Wanê di merasima vekirina parkekê de axivîbû, temam kir.
Îdianameya ya serdozgeriyê ji hêla Dadgeha Cezaya Giran a 2yemîn a Wanê ve hat qebûlkirin.
Di îdianameyê da hat gotin ku Yuksekdagê li Wanê di merasima vekirina parkekê de ji terorîstên PKKyî re gotiye "şehîd" û propagandaya rêxistina terorê kiriye. Ji ber sûcê "propagandaya rêxistina terorê kirin" û "Li hember Qanûna Der barê Kutukên Hilbijêran û Hikmên Bingehîn ê Hilbijartinan a ku Hejmara wê 298 e muxalefet kirin" der barê Yuksekdagê de 6 sal cezayê hepsê hat xwestin.
- "Ji terorîstan ra got: 'şehîd' in"
Di lêpirsîna der barê Yuksekdagê ya ku hê jî parlementera HDPê ya Wanê ye da hat gotin ku parêzbendiya wê hatiye rakirin.
Gumanbarê beriya Hilbijartina Giştî ya Parlementeriyê ya 1ê sermaweza 2015an di vekirina parqa ji hêla Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê da axivî bû û gotibû: "Gunehê wan gelek can û şehîtên me yên ku di rêya aştî û demokrasiyê da çûn di stuyê me da ye, çavkaniya motîvasyona me ya sereke ew soz û bextê me daye gel û şehîtên xwe ye."
Di îdianameyê da hat peyva "şehît" a ku gumanbarê ji bo mensûbên PKKya rêxistina terorê yên di şer da mirine ra gotiye propagandaya rêxistina terorê kirine û ji ber vê jî sûcê terorê kiriye. Hat gotin ku gumanbarê sûcên di xalên 64 û 155emîn ên qanûna bi jimara 298an da derbas dibin kir.
Hat destnîşankirin ku ji bo gumanbar parastina xwe bide bersiva kaxizê teblîxê neda û neçû Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê û îfade neda ji ber vê jî tê telepkirin ku bila li gor xalên sewqê bê cezakirin.