15 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 16 Berfanbar 2016
ŞIRNAK
Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu got, "Dibê ez bêjim ku di nav dewlet û gel da hevgirtineke mezin heye. Em ji bo ku vê bînin asteke hê baştir raye û biryardariya xwe nîşan didin.
Walî Alî Îhsan Su, Qaymeqamê Cizîrê Ahmet Adanur û wezîfedarên din li Balafirgeha Şerafettîn Elçî li Soyluyê ku ji bo hin temasan bi Midûrê Gişkî yê Ewlekariyê Selamî Altinok û Fermandarê Gişkî yê Cendirmeyan Yaşar Guler ra hate Şirnexê pêşwazî kirin.
Wezîr Soylu û yên pê ra esnafên Cizîrê ziyaret kirin û bi welatiyan ra axivîn.
Soylu li vê derê daxuyanî da nûçegihanan û diyar kir ku beriya vê derê ji bo temasan çû Wan, Hekarî, Diyarbekir û Mêrdînê, îro jî dîsa ji bo temasan hatiye Şirnexê.
Soylu got ku li Cizîrê halekê yekitî û bihevrabûnê derketiye holê û vê hemû bi hev ra dibînin.
Soylu destnîşan kir ku balafirgeheke ku li gelek welatên Ewropayê tune li Cizîrê heye, li navçeyê xebatên rê, nexweşxane û avakirinê didomin û wiha pê da çû: "Hin kes hene ku ji pirtûkan û quncên xwe yên germ şîroveyan dikin. Şîrove girîng nînin, ya girîng xebatên avakirinê ye.
Wezîrê Karên Navxweyî Soylu got ku bendewariya gel a ji wan temîna hizûr û ewlehî ye.
- "Parolaya me ji terorê ra sifir tolerans"
Soylu ragihand ku ji gel ra bo xizmeteke çêtir bikin hewl didin û wiha dewam kir: "Divê ez îfade bikim lihevxwedî derketina dewlet û milet heye. Em li vê derê vê dibînin. Em ji bo vê yekê pêşdatir bibin bi îrade û biryardariya xwe radixin holê. Parolaya me ji terorê ra sifir tolerans e. Ji her santîmetreqereya 780 hezar kîlometreyî pêk tê ra tesîskirina hizûrê kar û wezifeya me ye."
Wezîrê Karên Navxweyî Soylu paşê li ber derê qehwexaneyekê bi welatiyan ra sohbet kir.