Nihat Kavşut
20 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 20 Tîrmeh 2018
GAZÎANTEP
Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul ji bona mijara îadekirina serkirdeyê FETOyê wiha got: "Der heqê 15ê Tîrmehê da delîleke girîng hat dîtin. Ji têlefona endamê FETOyê derket. Bi saya delîlê hat dîtin dane û tezên me yên FETO rasterast bi derbeyê ra eleqedar e piştrast dike. Me ji bona kesên eleqedar şand. Em li bendê ne gav biavêjin. Ez ê êvarê bi têlefonê bi Wezîrê Edaletê yê Amerîkayê ra biaxivim. Em ê bi hev ra teqîb bikin."
"Piştî hewla derbeyê ya 15ê Tîrmehê ya FETOyê, hema bêje ji 3 paran 2 parê darizandina FETOyiyan hatin temakirin. Em dibînin ku hetanî dawiya îsal darizandin ew ê bên temamkirin. Kêmzêde cezayê hetahetayî û yên cuda dan 2 hezar kesî. Hin bersûcan beraet kir. Darizandin dewam dikin. Xwîna 251 şehîdên me ew ê li erdê nemîne."
"Piştî ku FETO ji darazê hat paqijkirin û pê va piştî 15ê Tîrmehê nêzî 4 hezar dadger û dozger hatin îxrackirin, daraz li ser mecraya xwe rûdinê. Çawa ku Tirkiye normalîze dibe û derbasî heyama pêşketinê dibe, daraz jî wê êdî rûtîn bibe, ji edaletê şaş nebe. Em êdî hêdî hêdî rewşa darazê jî hîs dikin. Welatiyên me jî vê hîs dikin."
Wezîrê Edaletê Gul ji bona destdanîna ser pasaporta Akin Îpek wiha got: "Em dixwazin 'Bila wan teslimî daraza serbixwe ya Tirkiyeyê bikin.' Helbet biryar di destê dadgehê da ye."
"(Destdayîna ser pasaporta Akin Îpek) Di vê mijarê da li ser medyayê geşedanên cuda tên weşandin lêbelê em mijarê teqîb dikin. Li gor hiqûqê lazim dike ku tu rêxistineke terorê neyê parastin. Heke hûn dewleta hiqûqê bin dibê terorîstan mihefeze nekin. Dibê di nav rêxistinên terorê da cudakariyê nekin, terorîstê rind, terorîstê xirab tune ye."
Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul ji bona lêpirsîna der barê paralamenterên HDPyê da ku tevlî cinazeyê terorîstan bûne wiha got: "Tirkiye dewleta hiqûqê ye. Divê her kes li gor hiqûq, qanûn û nîzamê tevbigere. Heger rewşeke berevajiyê vê hebe meqamên eleqedar lêpirsînên hewcedar dikin."