20 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 24 Tîrmeh 2018
SÎÎRT
Li Sêrtê piştî operasyonên serkeftî yên dijî PKKya rêxistina terorê, welatî bi rehetî dertên zozanan. Penêr û sîrika ku welatiyan ev 2 meh in li zozanan amade dikin, li bajêr ji bo firotinê derket ser dezgehan.
Kesên ku penêrê zozanan dikirin, dibin mala xwe, sîrikê lê wer dikin û ji bo mehên zivistanê dikin kûpan û datînin sarincan.
Serokê Yekîtiya Rêncberên Mîh û Bizinên Dermale ya Sêrtê Mehmet Alî Şengoz daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ji sedî 85ê endamên wan der biharê dertên zozanan û welatiyên ku li Wan, Hekarî, Mûş û Bilîsê dertên zozanan, penêrê xwe tînin li Sêrtê difroşin.
Şengoz got ku ji sedî 95ê penêrê Sêrtê ji şîrê pez tê çêkirin û wiha dewam kir: "Ji bo ku qedexeya derketina zozanan rabû, hilberînerên penêr kêfxweş bûn. Xwedê ji dewleta me razî be ku zozan serbest kirin."
Abdulkadîr Toprakçiyê ku 35 sal in li bajêr esnaftiyê dike jî got ku ew kîloya penêr bi 20 lireyî, kîloya sîrikê jî bi 15 lireyî difroşin.
Toprakçi diyar kir ku penêrê li zozanan tê çêkirin, pir bi tehm e, ew vî penêrî difroşin bajarên din jî.
Fadil Baykanê ku 15 sal in dertê zozanan, penêr çêdike û tîne li bajêr difroşe jî got ku welatî êdî dikarin bi rehetî derkevin zozanan.
Baykan wiha got:
"Bihayê penêr vê gavê pir erzan e. Penêrê ku li zozanan tê çêkirin, li gor gelek penêrên din bitehmtir e. 2 sal berê xelaya penêr hebû. Ez jî koçer im, nikaribûm derketama zozanan. Êdî pirsgirêk tuneye. Sîrika nav penêr jî li zozanan hêşin dibe. Em bi rehetî sîrikê dixin nav penêrê xwe."