Elif Orhan
16 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 17 Tîrmeh 2016
ANKARA
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ya ku der heqê teşebûsa derbeyê ya FETO de lêpirsîn da destpêkirin ji hemû "Serdozgeriyên Komarê yên Cezaya Giran" re nivîs şand û xwest ku bi tevahî der heqê 2 hezar û 745 dadger û dozgerên "tê nirxandin ku endamên heman rêxistinê ne" yên ku di daraza edlî û îdarî de peywirdar in bên binçavkirin û der heqê wan de lêpirsîn bê kirin.
Di nivîsa Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ya der heqê mijarê de hat diyarkirin ku di çarçoveya lêpirsîna ku ji ber teşebûsa derbeyê ya ku duh êvarê ji aliyê komeke eskeran ve hat kirin de der heqê 541 jê daraza îdarî ya dereceya ewil, 2 hezar û 204 jê dadgarê daraza edlî û dozger ên tê nirxandin ku "endamên heman rêxistinê ne" de ji ber sûcê endamtiya rêxistina terorê lêpirsîn dan destpêkirin.
Di nivîsê de hat xwestin ku "heke dadger û dozgerên ku navê wan di lîsteyê de hene li herêmên berpirsyariyê bên dîtin, bila ji aliyê serdozgeriyên komarê ve bên binçavkirin û miameleyên hewcedar bên kirin, der heqê wan de lêpirsîn bê kirin."
Her wiha Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê der heqê 132 dadger û dozgerên hat diyarkirin ku mensûbên rêxistina terorê ya çekdar a FETO/PDYyê ne de biryara binçavkirinê da. Ji bo van dadger û dozgeran qedexeya derketina derveyî welêt hat danîn.