14 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 15 Berfanbar 2016
MARDÎN
Di çarçoveya lêpirsîna ku der heqê êrîşa ku Muhammed Fatîh Safîturkê Qaymeqamê Dêrikê hat şehîdkirin tê kirin de der heqê Murat Karayilan û Duran Kalkanê ji birêvebirên PKKya rêxistina terorê de biryara girtinê hat derxistin.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê piştî ku Qaymeqam Safîturk li gor Qerarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî ve wek Cîgirê Şaredarê Dêrikê hat peywirdarkirin û di 10 sermawezê de di êrîşa ku terorîstên PKKyî bi teqemeniya bidestçêkirî bir ser odeya wî ya meqamê de hat şehîdkirin da destpêkirin berdewam dike.
Di çarçoveya lêpirsînê de Dadgeriya Cezaya Silhê ya 1emîn a Mêrdînê der heqê Murat Karayilan û Duran Kalkanê ji birêvebirên PKKya rêxistina terorê de ji ber sûcên "Xirakirina yekîtî û bihevrebûna dewletê, ji ber peywira kamûyê ya ku dike bi zanebûn kuştina mirovan, bi şewat, tehrîb, binavkirin, bombekirin an jî bikaranîna çekên kimyewî biyolijîk û nukleer kuştina mirovan" emrê girtinê derxist.
- 7 kes hatibûn girtin
Di çarçoveya lêpirsînê de ji 71 kesên ku ji aliyê ekîbên ewlehiyê û jendirmeyan ve hatibûn binçavkirin 29 kesên ku sewqî dadgehê kiribûn serbest hatibûn berdan, ji 12 kesên ku derxistibûn dadgehê Midûrê Karên Nivîsê yê Qaymeqamtiyê Tahsîn Erdaş û Şefê Karên Nivîsê Şerîf Mesûtoglu û xanima wî Saîme Mesûtoglu, Amirê Zabiteyan a Şaredariya Dêrikê Vedat Erol, çayvan Fîkret Bagi, odevan Devran Aslan û karker Nûrsel Eser ji ber sûcên "ji ber peywira wî bi plankirin kuştina peywirdarê kamûyê, bi bombeyê kuştina mirovan", "xirakirina yekîtiya dewletê" hatibûn girtin û 5 kes jî serbest hatibûn berdan.
- Teqemenî li avahiya qaymeqamtiyê hatibû teqandin
Di çarçoveya ku der heqê bûyerê de tê kirin de derketibû holê ku Qaymeqam Safîturk 3 roj beriya êrîşê ji bo ku beşdarî civîna der heqê amîrên îdareya mulkî yên ku Wezareta Karên Navxweyî ew li şaredariyan peywirdar kirin bibe çûye Enqereyê û roja ku teqîn çêbû vegeriyaye û dest bi peywirê kiriye û teqemenî jî dema ku Safîturk derveyî bajêr bûye hatiye bicîkirin.
Di encama delîlên ku di xebata ku ji aliyê ekîbên lêkolîna cihê bûyerê ve hatin kriin de hatin bidestxistin hatibû tespîtkirin ku teqemenî bi qumandaya ji dûr ve ji nav avahiya qaymeqamtiyê hatiye teqandin.