14 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 15 Berfanbar 2016
ANKARA
Êrîşên ser sivîlan ên li Heleba bajarê Sûriyeyê ji aliyê saziyên civakî yên ku li ber Balyozxaneya Enqereyê ya Rûsyayê civiyan ve hat protestokirin.
Endamên Alperen Ocaklari, Weqfa Ciwaniyê ya Tirkiyeyê, Weqfa Erbakan, Sendîkaya Xebatkarên Kamûyê yên Hîndekar û Komeleya Kubbeyê li ber derê avahiya balyozxaneyê civiyan û êrîşên ser sivîlan ên li Heleba bajarê Sûriyeyê şermezar kirin.
Serokê Giştî yê Sendîkaya Xebatkarên Kamûyê yên Hîndekar Îsmaîl Yildiz li ser navê komê daxuyanî da û got ji bo êrîşên Rûsya, Îran û Sûriyeyê yên li Helebê şermezar bikin civiyan û wiha axivî:
"Duh şev li Helebê hêzên rejimê yên ku Rûsya piştgirî didê 100 hezar sivîlê di qadeke 6 kîlometroyî de asê hişt. Duh dinyayê yek ji şevên herî bi xwîn dît. Duh şev bavên helebî ji bo ku zarokên wan nemînin destê hêzên rejimê û Rûsyayê ji bo ku ew bi xwe zarokên xwe qetl bikin ji aliman fitû xwestin. Duh şev Heleb şewitî."
Serokbajêrê Enqereyê yê Alperen Ocaklariyê Mehmet Zahît Ayan diyar kir ku rejima Esed ji bo ku Sûriyeyê xira bike ji zilmkirinê dûr nakeve û wiha axivî:
"Duh şev xeberên wisa gihiştin me ku li Heleba ku piştî Tirkiyeyê herî zêde tirk wir dijîn jin ji bo ku rastî destdirêjiyê neyên xwe bikujin fitû xwestin û zilm ew qas zêde bûye. Xeber gihişte me ku milîsên Îranê yên ku seranserê dîrokê kevirek jî neavêtine kuffarê kal û pîr şewitandine, destdirêjiya jinan kirine û zarok kuştine."