Ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve lêpirsîna cinayeta Hrant Dînk tê kirin. Ji peywirdarên ewlehiyê Midûrê Ewlehiyê yê Stenbolê yê wê heyamê Celalettîn Cerrahê ku tê îdiakirin ku "Di mirina DÎnk de îxmala wî heye" di çarçoveya lêpirsînê de bi wesfê "gumanbar" ji bo ku îfadeyê bide hat Dadgeha Stenbolê.
Birêvebirê Weşana Giştî yê Rojnameya Agosê Hrant Dînk di 19ê Kanûna Paşîn a 2007a de li Şîşliyê di êrîşa çekdar de mirîbû. Di lêpirsîna der barê kuştina Dînk a ku ji aliyê Dozgerê Yekîneya Sûcên Birêxistinî û Terorê ya Wekîltiya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê Yusuf Hakki Dogan ve tê kirin de, îfadeya hin peywirdarên kamûyê yên ku wê heyama navborî de li ser peywirê bûn, distînin.
Di vê çarçoveyê de Cerrahê ku di heyama ku Hrant Dînk hat kuştin de Midûrê Ewlehiyê yê Stenbol bû û tê îdiakirin ku bi peywirdarên din ên kamûyê yên tê îdakirin ku peywira xwe îhmal kiriye û di lêpirsînê de navê wî derbas dibe, bi wesfê "gumanbar" ji bo ku îfadeyê bide hat Dadgeha Stenbolê ya li Çaglayanê.
Di heman lêpirsînê de digel Cerrah, Midûrê Şûbeya îstixbaratê yê Midûriya Ewlehiya Stenbol ê berê Ahmet Îlhan Guler û Arîkarê Waliyê Stenbolê yê berê Ergun Gungor jî hefteya borî îfade dabûn. Tê payîn ku hin peywirdarên din ên kamûyê yên tê îdiakirin ku "di cinayetê de îxmala wan heye" di çarçoveya lêpirsînê de îfadeyê bidin.