Nihat Kavşut
26 Gulan 2017•Rojanekirin: 29 Gulan 2017
MUŞ
Deşta Mûşê bi hatina biharê ra xemilî û dîmenên balkêş derketin holê.
Deşta Mûşê bi hatina biharê ra xemilî û li ciyên bilind jî hê berf heye.
Mehmet Salih Soydayê mixtarê gundê Ilicayê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir herî zêde cotkar û heywandar ji ber hatina biharê kêfxweş in.
Soyda diyar kir heywandarên zivistanê heywanên xwe di hundir da xwedî dikin û bi hatina biharê ra heywanên xwe berdidin çolê û got hin welatî jî ji bo havînê derbas bikin vedigerin gundan yan jî diçin zozanan.