16 Hezîran 2016•Rojanekirin: 19 Hezîran 2016
MUŞ
Ji ber ku şilî zêde barî cotkarên Mûşê mecbûr man û îsal zû dest bi dirûna gîhê kir.
Li Deşta Mûşê ji ber ku îsal zêde zêde şilî barî, nehîşt ku ceh û genim û gîha zêde hêşîn be, şilî tenê li zer zewadan hat.
Ji cotkarên gundê Şenovayê Bedri Aktay (40) daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku gîhadirûnê îsal li gor par zû dest pê kir û ev jî ji ber barana ku îsal zêde barî ye.
Aktay daxuyand, ji ber baranê xêr û bêra çandiniyê ji sedî 10 ketiye û wiha dewam kir: "Îsal ji ber ku zêde zêde şilî barî, wextê gîhê hê nehatiye, lê ji ber gîha ji serî va hêdî hêdî hişk dibe, em jî mecbûr man û me dest bi dirûnê kir."
Mehmet Yildiz jî got ku îsal li Deşta Mûşê gîhadirûnê zû dest pê kir û gîhayê îsal zêde rind nebûye. Yildiz wiha dewam kir: "Çi tê ji Xwedê tê. Ji destê evdan tiştek nayê. Me dixwast ku şilî baş bibare, lê hinekî zêde barî. Înşallah her tiştê ber bi başbûnê here."