İbrahim Atmaca
07 Adar 2018•Rojanekirin: 08 Adar 2018
ÎSTANBUL
Li Tirkiyeyê di 2017an da li gor pêrar rêjeya firotina avahiyan ji sedî 5,06 zêde bû û milyonek û 409 hezar û 314 avahî hatin firotin.
Komeleya Nemenqûl û Şirîkatiya Veberhênana Nemenqûl (GYODER) li ser sektora nemenqûl a Çaryeka 4em a 2017an rapor weşand.
Li gor raporê di firotina avahiyên destê yekemîn da çaryeka çaremîn li gor çaryeka sêyemîn ji sedî 1,4 zêde bû. Di heman demê da firotina avahiyên destê duyemîn nêzî ji sedî 1,6 kêm bû, firotina avahiyên ku îpotek li ser hene jî ji sedî 6,7 kêm bû.
Di seranserê 2017an da jî li gor 2016an avahiyên ku ji destê yekemîn hat firotin ji sedî 4,4, avahiyên ku ji destê duyemîn hat firotin ji sedî 5,6 zêde bû.
Di 2017an da bi tevahî firotina avahiyan jî li gor pêrar ji sedî 5,06 zêde bû û milyonek û 409 hezar û 314 avahî hatin firotin. Avahiyên ku biyaniyan kirîn jî ji sedî 22,2 zêde bû û derket 22 hezar û 234 avahiyan.