IGDIR
Hat diyarkirin ku li Igdirê bi destpêkirina heyama dawetan, firotina hiriyê jî zêde bû.
Firoşkarê hiriyê Abdullah Ozturk da zanîn ku li Igdirê bi destpêkirina sezona dawetan, firotina hiriyê jî zêde bû. Ozturk diyar kir ku kîloya hiriyê 3 lîreyan tê firotin û bi vê hiriyê balîf, lihêf û doşek tên çêkirin.
Ozturk got: ''Her çiqas yên hazir hebin jî welatî hilberên ji hiriyê hatine çêkirin, dixwazin. Em ji bo kirina hilberên xwe derdikevin ser zozanan û hilberên xwe ji koçeran dikirin. Li vê herêmê balîf, doşek û lihêfên hirî pir tên bikaranîn, ji ber vê yekê hirî gelek zêde tê firotin."
Ozturk da zanîn ku rojê 200 kîlo hirî difroşe.