İbrahim Atmaca
01 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 01 Berfanbar 2018
ANKARA
Ji bo "Aştiya Hebûnê" ku kes û şirîk ji bo aboriya neteweyî dikarin hebûnên xwe yên wek pere, zêr û dowîz ên li dervayî welêt bi baceke kêm bînin Tirkiyeyê, dem 6 meh hat dirêjkirin.
Biryara Serokomar a der heqê mijarê da di Rojnameya Fermî da weşiya.
Li gor biryara ku bi îmzeya Fuat Oktayê Cîgirê Serokomar weşiya, ji bo kes û şirîkên ku di çarçoveya hukmên têkildar da hebûnên xwe yên wek pere, zêr, dowîz û sermayeyên xwe yên din bînin Tirkiyeyê û ji banke an jî saziya navbeynkar ra ragihînin, dem 6 meh hat dirêjkirin. Berî niha dîroka herî dawîn wek 30ê mijdara 2018an hatibû eşkerekirin.