Haydar Şahin
01 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 04 Berfanbar 2018
KOPENHAG
Danîmarka ew ê Girava Lîndholmê "Navenda Paşdaşandinê" ava bike û penaber û koçberan li wê derê kom bike.
Di hevdîtinên budçeya 2019an a partiyên hikûmeta Danmarkayê ava kirin û Partiya Gel a Danîmarkayê ya rastir a ku ji derva piştgiriyê dide hikûmetê da biryar hat dayîn ku pêşiyê li penaber û koçberan bibirin.
Li gor budçeya 2019an a ku Kristian Jensenê Wezîr Darayiyê diyar kir ew ê kesên serîlêdana wan a sipartinê hat redkirin, kesên tevlî sûcan bûne û neşandine welatên wan, kesên li bendê ne ku vegerin welatê xwe li Navenda Paşdaşandinê ya li Girava Lîndholmê were avakirin kom bikin.
Navenda Paşdaşandinê ya Lîndholmê ew ê li ser 7 hektar erdî were avakirin, 125 kes lê werin bicîkirin. Li gor pîlanan ew ê di 2021ê da navendê vekin. Çûyîn û hatina giravê jî ew ê bi keştiyê were kirin. Keştiyên di vê xetê da bixebitin jî ew ê ji êvarê hetanî ber destê sibê seferan nekin.
Di budçeya 2019an a Danîmarkayê da mijareke ku penaberan eleqedar dike jî li ser yekîtiya malbatê ye. Di encama hevdîtinan da biryar hat dayîn ku wekî qanûn li Almanyayê ew ê destûrê bidin hin penaberan ku malbatên xwe hildin ba xwe.