23 Mijdar 2018•Rojanekirin: 23 Mijdar 2018
ÎSTANBUL
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan
Serokomar Erdogan: "Di bingeha çanda me da cudakariya cinsî tuneye."
"Taybetiyên dinyaya ku bi sedsalan bi komî dest û lingên însanan li qeyd û bendan dixistin, wekî mal difirotin û ji bona vê jî jin û zarokan biçûk didîtin aidî me nînin."
"Wek şexis di kîjan qadên siyasetê da wexta bûme berpirsiyar ji min ra şeref û bextewariyeke mezin bûye ku rê li ber jinan vekim û bi wan ra bixebitim."
"Îro li Rojavayê tu dewlet wekî me qîmetê nade kal û pîrên xwe. Em yekemîn in."
"Hişmendiya ku berê jinan wekî mal didît îro jî li ser navê wekheviyê jinan diemilîne. Ev ji mera ecêb nayê."
"Niha li Meclisê 53 jê ji AK Partiyê bi tevahî 104 parlementerên jin hene. Ji sedî 17,5ê Meclisê ji jinan pêk tê û ev rêje her çiqas têr neke jî reqoreke dîrokî ye."
"Li dinyayê di mijara alîkariya ji bona dewletên kêm pêşketine da gorî dahata neteweyî Tirkiye dewleta yekemîn e."
"Li zanîngehên me hîndekarên wezîfeyê dikin hema bêje nîvî ji sedî 44an zêdetir jin in. Parêzerên me mîmarên me hema bêje ji sedî 44ên wan ji jinan pêk tê. Dadger û dozgerên me jî ji sedî 31 û dîplomatên me jî ji sedî 20î zêdetir jin in. Di qada mamostetiyê da rêjeya jinan jî jî ji sedî 56 û di qada bankeyan da jî rêjeya xebatkarên jin ji sedî 51 e."
"Salên dûr û dirêj di nîqaşên îdeolojîk da jin wek sembol dihat emilandin û em ji ber vê aciz dibûn. Kesên nedikarîn dijminatiya xwe ya dijî dîrok, çand û nirxên gelê me eşkere bikin xwestin neyartiya xwe li ser çalpeyên dayîk, jin û keçên me nîşan bidin."