28 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 29 Berfanbar 2016
ANKARA
Serokomar Recep Tayyip Erdogan li Kulliyeya Serokomariyê beşdarî Merasima Xelatên Çand û Hunerê yên Serokomariyê bû. Di Beşa Edebiyatê da Mustafa Kutlu, di Beşa Zanistên Sosyal da Prof. Dr. Kemal Haşîm Karpat, di Beşa Muzîkê da Prof. Dr. Erol Parlak, di Beşa Sînemayê da Şener Şen, di Beşa Hunerên Kevnare da Ferîdun Ozgoren xelat hilda û Xelata Wefayê jî dan Ordînaryus Prof. Dr. Suheyl Unver.
Serokomar Erdogan xelatgir pîroz kirin û wiha axivî: "Her kesê ku piştgiriyê dide çand, huner û îlmê, xizmeteke pir mezin dike. Xelat sipasdariya dewlet û milletê me ye. Bêguman cihê van kesan qelb û hafizeya milletê me ye. Xelata ku em didin va ye tescîla wefaya vê ehedê ye."
- "Hê gelek rê hene ku divê em bimeşin"
Erdogan got ku xebatên çand, huner û îlmê qasî xebatên aborî, werziş, tenduristî û ewlehiyê giring in û divê biçûk neyên dîtin.
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku welatekî ku di qada huner û çandê de xwe pêşve nebe, nikare serbixwe bibe û wiha dewam kir: "Mixabin wek welat me têra xwe ev rastî fêm nekir, divê em vê qebûl bikin. Ne bi tenê nirxên nû gîhandinê, qîmetên me yên ku em xwediyê wan in bi asteke kurewî ve ji girseyên mezin re nasandin û ji bo ku tesîr li ser wan çêbibe jî, hê gelek rê heye ku divê em bimeşin."

- "Me kopye kişand û me teqlîda wan kir"
Serokomar Erdogan got ku ji ber problemên sedsalî û travmayên din meseleya ew gelekî ser meseleyên din û çandê neman e.
Erdogan got ku dema dewlet hat avakirin de di meseleya çand û hûnerê stratejiyeke xelet bikaraniye û wiha axivî:
Serokomar Erdogan diyar kir ku tesîra dualî her dem heye, lê me vê yekalî kir û wiha xeberda: "Digel beşên din di çand û hunerê da mixabin me tenê teqlîd kir. Me teqlîd jî bi awayekî neserkeftî kir. Em xwedî li yên xwe derneketin û digel vê tiştên heyî jî neparast."
Erdogan diyar kir ku helbet di warê çand û hunerê da tiştên baş jî hatine kirin û got ku lê ev kêm mane, ne li dinyayê û ne jî li civaka me belav bûne.
- "Lewra bi tenê tiştek heye pere, pere, pere"
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku tevgera jiyanê tu qadeke jiyanê vala nahêle û wiha dewam kir: "Heke hûn li mîmariya xwe xwedî dernekevin, vîzyon û modelekê ranexin holê û nîşan nedin hûnê xwe di nav şevnişîn, avahiyên nexweş ên ji betonê û di demên dawîn da ew qûçên ji cam û pola pêk tên da hûnê xwe bibînin, bawer bikin bi wan kesên em bi wan ra xeberdidin tez û parastina wan wisa me aciz dike ku em êdî dibêjin "îllallah". Lewra yek tiştek heye ew jî pere pere pere... Hekê hûn bingeha çêkirina xwe ya ji bo wêje, sînema, muzîk û hunerên xwe yên plastîkê ava nekin mixabin hûn nikarin xwe ji çand û hunera ku di hin deran da asê maye xilas bikin. Mixabin ev rastî em berê xwe kê derê va bikin derdikevin hemberî me."