24 Hezîran 2016•Rojanekirin: 24 Hezîran 2016
ANKARA
Di tetîla Cejna Remezanê da di navbera 2yê tîrmehê şemiyê û 11ê tîrmehê duşemê da rê û pireyên tengavê û di navbera 5ê tîrmehê sêşemê û 7ê tîrmehê pêncşemê da jî wesaîtên şaredariyan wê bê pere bin.
Biryara Lijneya Wezîran ya ji bo vê mijarê di Rojnameya Fermî da hat weşandin.
Li gor biryarê, ji bo tetîla Cejna Remezanê ji 2yê tîrmeha 2016an şemiyê ji saet 00.00î heta 11ê tîrmeha 2016an duşemê saet 07.00î ji rê û pireyên tengavê ra derbas bûn wê bê pere be. Wesaîtên şaredariyan jî wê 5ê tîrmehê sêşemê ji saet 00.00î heta 7ê tîrmehê saet 24.00î bê pere bin.