İSTANBUL
Serokkomar Abdullah Gul nimêja cejnê li mizgefta Emîrganê kir û li Îstanbûlê dest bi cejnê kir.
Abdullah Gul bi kurê xwe Ahmet Gul re hat mizgeftê. Walîyê Îstanbûlê Huseyîn Avnî Mûtlû û Midûrê Ewlekariyê yê Îstanbûlê Huseyîn Çapkin Gûl pêşwazî kirin.
Gul piştî nimêjê daxuyanî da rojnamevanan. Gul diyar kir ku cejna hemû welatiyan pîroz dike û hêvîya wî ew e ku Cejna Remezanê him bo welatiyan, him bo hemû misilmanên herêmê û mirovahiyê xêr, xweşî, aştî û aramiyê bi xwe re bîne.
Gul dûpat kir taybetiya cejnan ew e ku bi xwe re aştî, aramî, hêjayî û hezkiriyê tîne û belav dike. Gul wiha dewam kir: "Em jî dixwazin ku ev tiştên xweş li welatê me zêde bibin û belav bibin. Ez ji hemû welatiyan re silav û hurmetê xwe pêşkêş dikim. Çavên biçûkan maç dikim. Weke ku hûn jî dizanin taybetiya cejnan heye. Divê em hemû vê taybetiyê fêhm bikin û ji bo pêşveçûn û xweşiya welatê xwe çi ji destê me bê, em bikin. Em hevdu çiqas fêhm bikin, çiqas rêzê ji hev re bigirin, ew ê li welatê me biratî û aramî ewqas zêde bibe. Ji bo vê jî divê em hemû dest bidin hev û bixebitin. Ez careke din cejna we û ya hemû welatiyan pîroz dikim."
Cizayê Muebet ji bo Başbug
Ji bo biryara ku der barê Serokê Sererkaniyê berê Îlker Başbûg de hatiye dayîn de jî got: "Em bi hevdu re xebitîn, mixabin bêguman ez ji bo biryara der barê wî de xemgînim."