14 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 15 Tîrmeh 2017
DIYARBAKIR
Der barê Abdullah Zeydanê parlementerê HDPyê yê Hekariyê de yê ku di çarçoveya lêpirsîna terorê de hat girtin û paşê ji ber hinceta ewlehiyê doza wî ji Hekariyê birin Diyarbekirê bi hinceta sûcê "endamtiya rêxistina terorî ya çekdar" 5 sal, ji ber "propagandaya rêxistina terorê" 3 sal û mehek û 15 roj cezayê hepsê hat dayin.
Rûniştina dozê li Dadgeha 5emîn Cezayê Giran a Diyarbekirê hat kirin, parêzerê Zeydanê girtî li hêwana rûniştinê amade bû.
Dadgehê der barê Zeydan de, bi hinceta sûcê "endamtiya rêxistina terorî ya çekdar" 5 sal, ji ber "propagandaya rêxistina terorê" 3 sal û mehek û 15 roj cezayê hepsê da.