21 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 22 Berfanbar 2016
ANKARA
Li Enqereyê di çarçoveya lêpirsîna ser PKKya rêxistina terorê ya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve tê kirin de Îbrahîm Bînîciyê Serokbajêrê HDPê jî di nav de 4 kes hatin girtin.
8 kesên ku çend roj beriya niha ji aliyê Ekîbên Şûbeya Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriya Ewlehiyê ya Enqereyê ve hatibûn binçavkirin anîn dadgehê. Dozgerên Komarê Serokbajêrê HDPê yê Enqereyê Bînîcî û Cîvan Yildirim, Uskudar Yumuş û Mahmet Baytekîn bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriya cezaya silhê kirin.
Ev kes piştî jêpirsîna li dadgeriya cezaya silhê ya nobedar ji ber sûcê "endamtiya rêxistina terorê" û "propagandaya rêxistina terorê" hatin girtin.
Dozgeran ji gumanbaran Kenan Kirkayayê berpirsyarê Enqereyê yê berê yê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) yê ku bi Qerarnameya di Hikmê Qanûnê ya ku di çarçoveya OHALê de hat derxistin de hat girtin û Hande Kaya, Hamddusana Yildirim û Ramazan Guney jî serbest berdan.
Lê belê di çarçoveya daxwaza dozgeriyê de dadgeriya cezaya silhê biryar da ku ev kes hefteyê rojek biçin qereqolê û îmze biavêjin.