Önder Beyter
14 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 15 Cotmeh 2018
CAKARTA
Di erdhej û tsunamiya li Girava Sulawesi ya Endonezyayê hejmara mirriyan derket 2 hezar û 91î.
Rayedarên eyaleta Sulawesiya Navînî ragihand, hejmara kesên ku di erdhej û tsunamiyê da mirin, derket 2 hezar û 91î.
Rayedaran ew agahî jî parve kir ku piştî erdhejê heta niha li herêmê 534 lerzên dûmahikê çêbûn. Herwiha hat destnîşankirin, xebatên dabînkirina pêwîstiyên sereke yên wekî kon, xwarin û avê yên seba nêzîkî 80 hezar mexdûrên erdhejê berdewam in.
- Ji Bankeya Dinyayê seba herêmên erdhejê alîkarî
Ji aliyekî din va jî di çarçoveya Civînên Salane yên Fona Navneteweyî ya Pere (IMF) û Bankeya Dinyayê ku li Baliyê hatin lidarxistin da ji aliyê Bankeya Dinyayê bo çapemeniyê daxuyaniyek hat dayîn ku tê hat destnîşankirin, plana wê yekê tê kirin ku ji bo jinûva avedanîkirina Sulawesi û Lombok ku erdhejê lê da, qedera milyarek dolar çavkanî were terxankirin.
Li Girava Sulawesi ya Endonezyayê ya ku ji Kendava Palûyê 27 kîlomêtre dûr e li gor daneyên Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (USGS) erdhejêke bi lerza 7,5an çêbû. Li gor çavkaniyên herêmê jî lerza erdhejê 7,5 bû.
Li herêma Balaroaya girêdayî Palauyê roja înê ewil bi lerza 7,4 erdhejek û paşê jî tsunamî çêbû.
Piştî erdheja li bajarên Donggala û Pauloyê bi tesîra tsunamiyê pêlên di navbera 3 û 6 mêtroyî bilind rabibûn.
Li Girava Lombokê di dawiya meha tîrmehê û tebaxê de bi lerza 6,3, 6,9 û 7an heft erdhejên mezin çêbûbûn û li ser 450 hezar kesî tesîr çêkiribû. Di encama erdhejan de 563 kes miribûn.
Endonezya li xeta erdhej û agirîn a Xala Agir a Pasîfîkê ye. Di 26ê berfanbara 2004an da li herêmê erd bi lerza 9,1ê hejiyabû, piştî erdhejê tsunamî rabibû û li tevahiya welatên herêmê 230 hezar kes miribûn.