DIYARBAKIR
Ji ber êrîşên PKKya rêxistina terorê ya cudakar gelek zarok hatin kuştin, birîndar bûn û seqet man.
Di êrîşên PKKya rêxistina terorê da di nav da jin û zarok gelek sivîl hatin qetilkirin û êrîşên PKKyê yên di salên 1990î da hê jî nehatine jibîrkirin.
Ji ber êrîşên PKKyê gelek zarok hatin kuştin, birîndar bûn û seqet man.
Endamên PKKyê di sala 1993yan da li Derinceya gundê Bayqana navçeya Sêrtê li hewşa dibistanê 13 jê zarok 22 kes dan ber guleyan.
- Qurbanê dawîn yê terorê Eren Bulbul e
Qurbanê dawîn yê terorê Eren Bulbulê 16 salî ye ku do li dorbera Maşkaya navçeya Trabzonê dema ciyê terorîstên ji malê erzaq dizîn nîşanî hêzên ewlehiyê dida hat şêhîdkirin.
Eren Bulbul dema alîkariya hêzên ewlehiyê dikir di êrîşa endamên rêxistina terorê da tevî Ferhat Gedikê Serçawîşê Cendirmeyan şehîd ket û di êrîşê da leşkerek jî birîndar bû.
- Hin êrîşên rêxistina terorê
- Di Adara 1987an da li Açikyola gundê Nisêbîna navçeya Mêrdînê 6 jê zarok 8 kes hatin kuştin.
- Di 20ê Hezîrana 1987an da li Pinarcika gundê Omerliya navçeya Mêrdînê di êrîşa endamên PKKyê da 16 jê zarok 30 kes hatin kuştin.
- Di 8ê Tîrmeha 1987an da li Haraberka mezreya Yuvaliya gundê Midyada navçeya Mêrdînê endamên rêxistinê ji heman malbatê 7 jê zarok 9 kes kuştin.
- Di 19ê tebaxa 1987an da teroîstan êrîşî Mîlana goma Eruha navçeya Sêrtê kirin 25 sivîlên ku di nav wan da 2 dergûşên 3 roj û 6 rojî jî hebûn kuştin. 14 kesên ku hatin kuştin ji 18 salî piçûktir bûn.
- Di 21ê îlona 1987an dA PKKyiyan avêt ser Çîftekavaka goma Guneyceya gundê Şirnexê 2yê wan bizaro 5 jin, 4ê wan zarok 11 kes kuştin û 2 kes jî birîndar kirin.
- Di 10 cotmeha 1987an da terorîstan avêt ser Çobandereya goma Şirnexê piraniya wan kal, pîr, jin û zarok bi tevahî 13 kes kuştin, 9 kes birîndar kirin.
- Di 9ê gulana 1988an da terorîstan êrîşî Behmenîna goma Taşkoyuya gundê Nisêbîna navçeya Mêrdînê kirin ji heman malbatê 8ê wan zarok 2yên wan jin bi tevahî 11 kes kuştin û 2 zarok jî birîndar kirin.
- Di 22yê hezîrana 1992yan da li Sekiya gundê Gercuşa navçeya Batanê terorîstan avêt ser mala 2 gundparêzan 8ê wan zarok 10 kes kuştin, 2 kes birîndar kirin.
- Di 1ê cotmeha 1992yan da PKKya rêxistina terorê bi şev avêtin ser Cevîzdaliya gundê Bidlîsê 8ê wan zarok 30 kes kuştin.
- Di 9ê mijdara 1992yan da terorîstên PKKyî êrîşî Hêneya navçeya Diyarbekirê kirin gel wê derê dan ber guleyan. Di êrîşê da 4ê wan zarok, 4ê wan jin bi tevahî 12 kes kuştin.
- Di 24ê rêbendana 1994an da terorîstan êrîşî Akyurek û Ormancika gundên Savura navçeya Mêrdînê kirin 11ê wan zarok bi tevahî 21 kes kuştin.
- Di 24ê tîrmeha 1995an da koma PKKyî ya ku ji Îranê hat firsend nedît ku têkeve Atabîlena goma Akdoxuya gundê Gurpinara Wanê li ser vê rokêt avête malan. Terorîstan 7ê wan zarok û jin bi tevahî 12 kes kuştin, 13 kes birîndar kirin.
- Xwendekar xistin hedef
PKKê dema ku li çolê êrîş dikin di heman demê da li bajaran jî çalakiyên bixun kir.
Li Diyarbekirê di 3yê rêbendana 2008an da wesayîta bombebarkirî ya li pêşiya dersxaneyê hat teqandin, di êrîşê da 6ê wan zarok 7 kes hatin kuştin, 73 kes jî hatin birîndarkirin.
PKKya rêxistina terorê êrîşî saziyên perwerdeyê jî kir.
Di 23yê nîsana 2011î da li Qiziltepeya navçeya Mêrdînê komeke rûpêçayî bi fîşengên hewayê va êrîşî xwendekarên li hewşa dibistanê kir. Di êrîşê da tu kes birîndar nebû û nemir lê belê bûyer hê jî nehat jibîrkirin.
Terorîstan li Cizreya navçeya Şirnexê di 27ê Gulana 2011yî da bi molotofan êrîşî ser lîseya îmam xetîbê kirin, agir bi avahiya xwendekar lê diman ket û 3 xwendekar birîndar bûn.
- Êrîşên bêbext ên li bajaran
Rêxistina terorê di sala 2008an da li Gungurena navçeya Stenbolê welatî ji xwe ra kirin hedef. Bombeya ku di tenekeyê çopê da hatibû bicihkirin teqiya û 10 deqîqe bi şûn va bombeyeke din a di tenekeyê çopê yê ku 50 metre ji cihê bûyera ewil dûr bû jî hat teqandin. Di wan herdu êrîşan da Aleyna Çelik (3), Taha Yildizli (5), Murat Agca (12) û Şeyma Ozkan jî di nav da 17 kes hatin kuştin û 154 kes jî birîndar bûn.
Di 8ê sermaweza sala 2009an da jî li Bagcilara navçeya Stenbolê mensûbên rêxistina terorê bi molotofê êrîşî ser otobusa şaredariyê kirin. Di êrîşê da Serap Eser a 17 salî ya ku diçû lîseyê di nav alavên agir da ma. Keçika birîndar li nexweşxaneya dihat dermankirin bi ser xwe va nehat û mir.
Li Hekariyê jî di 16ê Îlona 2010an da mayina ku terorîstan di navbera rêya bajaroka Durankaya û gundê Geçîtliyê da bi cih kiribû wextê minîbusa sivîl tê da bûn derbas bû, hat teqandin. Di êrîşê da Nurullah Umut Çîftçiyê 2 salî û Zeynep Kurta 9 mehî jî di nav da 9 kes hatin kuştin û 4 kes jî birîndar bûn.
Terorîstan li Sêrtê jî di 20ê Îlona 2011yî da 6 keçikên bi wesayîtê ji xwe ra digeriyan kir hedef. Terorîstan bi ser wesayîta keçikan da gule reşand û ji wan 4 keçik hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.
- Pitika ji hemla dayika xwe ya şehîd hat derxistin jî mir
Li Batmanê jî di 26ê îlona sala 2011yî da terorîstan gule bi ser wesayîta ku malbata Talat Doru tê da bûn reşand û di êrîşê da Mizgîn Doruka (31) nefsnexweşa 8 mehî û dayika 4 zarokan, qîza wê Siltan Doru (4) hatin kuştin. Pitika ku kur bû ji hemla dayika xwe ya şehîd hat derxistin lê rojek bi şûn va ew jî mir. Bav Doruk û keçikeke xwe jî xedar birîndar bûn.
Li Bîngolê jî dayikek di dema pîrozbahiyên Cejna Komarê ya 29ê Cotmehê da mudaxaleyî êrîşkarê xwekujiyê kir û gelek kes xilas kir. Hatîce Belgîna ku beriya Eyda Qurbanê tevlî 3 zarokê xwe derketibû derva û dimeşiya êrîşkarê xwekujyê ferq dike û xwe diavêje ser. Dayikê nikaribû rê li ber teqînê bigire, xwe feda kir lê bi saya mudaxeleyê, pêşî li bobelateke mimkun bû biqewime girt. Di êrîşê da dayik Belgîn û kurê wê Veysel û welatiyek li cihê bûyerê can dan û 21 kes jî birîndar bûn.
- Zarokên goştê qurbanê belavdikirin kuştin
Di bûyerên 6-7ê cotmehê da ku piştî daxuyaniya Lijneya Rêveberiya Navenda HDPê qewimîn da jî 2 polês şehîd ketin, 31 kes mirin, 221 sivîl û 139 polês birîndar bûn. Di nav kesên hatin kuştin da Yasîn Boru û 2 hevalên wî yên di roja 4ê eydiyê da goştê qurbanê belavdikirin jî hebûn.
- Ji bo kirîna sebze derket, mir
- Firat Simpîlê 13 salî 30yê tebaxa sala 2015an ji mala xwe ji bo kirîna sebzeyan derketibû. Teqemeniya ku ji aliyê rêxistina terorê va li ser rê da hatibû bicihkirin teqiya û Firat Sîmpîl mir.
- Li Bîsmîla navçeya Diyarbekirê di 28ê îlona sala 2015an de guleya reketê îsabetî malekê kir. Di encama êrîşê da Elîf Şîmşeka 9 salî mir.
- Li Kiziltepeya navçeya Mêrdînê 12ê lonê sala 2015 di êrîşa rêxistin terorê da Tahsîn Urayê 9 salî hat kuştin.
- Di êrîşa li Navenda Çandê ya Şirnexê 25ê çileya paşîn sala 2015an de 4 zarok birîndar bûn.
- Li Çinara navçeya Diyarbekirê 13ê çileya paşîna sala 2016an rêxistina terorê wesayîteke bombebarkirî li deriyê midûriyeta navçeyê teqand. Di encama êrîşê da polêsek şehîd ket, jê yek 5 heyvî, yek 4 salî û yek jî 12 salî 3 zarok, bi tevahî 6 kes mirin. Di êrîşê da 39 kes jî birîndar bûn.
- Di êrîşa Guvenpark a Kizilayê ya Enqereyê ya ku 13yê adarê sala 2016an de çêbû de 36 kes miribûn. Ji wan yek jî Songul Yilmaza ducanî bû. Zaroka zikê wê da jî miribû.
- Li Îdîla navçeya Şirnexê di êrîşa PKKya rêxistina terorê ya ku 13yê nîsana sala 2016an de hatibû kirin, Hîdayet Tekê 4 salî miribû.
- Di êrîşa Çukurcauya navçeya Hekariyê ya ku 10ê tîrmeha sala 2016an de çêbûbû de Viyan Kanata 5 salî miribû.
- Ceylîn Naz Aydin jî di 11yê tebaxê sala 2016an de li Sûra navçeya Diyarbekirê di êrîşa rêxistina terorê da şehîd bûbû.
news_share_descriptionsubscription_contact
