12 Tebax 2017•Rojanekirin: 14 Tebax 2017
ŞANLIURFA
Li Şanliurfayê 3 "tîmên înfazê" ya ku bi karê kuştina kesên li dijî DEAŞa rêxistina terorê "wezîferdar in" bi sîlahên wan va hatin girtin.
Li gor agahiyên ku hatin sitandin, ekîbên Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlekariya Bajêr der barê kuştina K. Farasiyê ku di 21ê tîrmehê da bi destê 2 kesên siyarê motorsîkletê di wesayîta xwe da hatibû kuştin da lêpirsîn dan destpêkirin.
Di operasyona hemdem a ku li Şanliurfa, Gazîentab û Meletyê hat kirin da Bunyamîn Hallakê ku bi navê Yaşar tê zanîn, Mehmûd Elhammûdê ku bi navê Ehmed tê zanîn û Mehmûd El Cerrah ên endamên rêxistina terorê hatin derdestkirin. Di lêpirsînê da hat tesbîtkirin ku ev kesan ji bo ku kesên li dijî DEAŞa rêxistina terorê bikujin ji Reqayê hatine şandin û bi rêyên dereqanûnî ketine nav welêt.
Piştî karûbarên fermî yên li ewlekariyê şikbar ji kontrola tenduristiyê derbas kirin û şandin dadgehê.