Elif Orhan
05 Sibat 2018•Rojanekirin: 05 Sibat 2018
ANKARA
Sererkaniyê ragihand ku du esker şehîd ketin, pênc esker jî birîndar bûn.
Di agahdarkirina ku ji Sererkaniyê hat dayîn de hat diyarkirin ku di operasyonên ku di çarçoveya Herekata Çiqlê Zeytûnê de îro dijî hêmanên PKK/KCK/PYD-YPG û DEAŞa rêxistina terorê hatin kirin de du esker şehîd ketin, pênc esker jî birîndar bûn.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Xwedê rehma xwe li şehîdên me yên ezîz ên ku di van bûyerên ku em gelekî xemgîn kirin de mirin bike, serê malbatên wan ên xemgîn, Artêşa Tirkiyeyê û gelê Tirk sax be û Xwedê sebrê bide, em ji bo birîndarên xwe yên qehreman jî şifaya xêrê dixwazin."