Sererkaniyê der barê êrîşa Daglicaya li Yuksekovaya navçeya Hekariyê de daxuyanî da û wiha got: "Li Daglicayê ji ber ku teqemeniya destan a ku li ser rê hatiye rêxistin teqiya, 2 wesayîtên me yên bizirx xisar dît. Di teqînê de şehîd û birîndarên me hene."
Hat ragihandin ku li herêmê bi 2 F-16 û 2 F-14an ve 13 hedefên rêxistina terorê hatine bombekirin.
Li ser malpera Sererkaniyê der barê êrîşa terorê ya Daglicayê de agahî hat dayîn.
Hat gotin ku di 24ê tîrmehê de li derveyî welêt hedefên rêxistinê hatin bombekirin. Pişt re jî li hundirê welêt hedefên rêxistinê hatin bombekirin. Ji ber bombekirinan rêxistinê xisareke mezin dît.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku li Hekariyê rêxistina terorê pire û rêyan bi teqemeniyan ve diteqîne û nahêle welatî di nav aramiyê de herin û bên. Ji bo ku aramî pêk bê ji 4ê îlonê vir ve operasyon dewam dikin.
Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Ji bo ku rêya Daglica û Yuksekovayê bê vekirin duh 3 teqemeniyên destan ên veşartî hatin îmhakirin. Lê ji ber ku teqemeniyên din ên destan teqiyan, 2 wesayîtên me yên bizirx xisar dît. Di teqînê de şehîd û birîndarên me hene. Di operasyonê de bi 2 F-16 û 2 F-14an ve 13 hedefên rêxistina terorê hatin bombekirin. Hewa her çiqas ne baş be jî operasyonê bibiryar dewam kir. Em ji ber vê êrîşê xemgîn û biêş in. Rehma Xwedê li şehîdên me be. Serê malbatên wan ên biqîmet, serê eqrebayên wan, serê Hêzên Çekdar ên Tirk û serê gelê Tirk sax be. Em hêvî dikin ku hevalên me yên ku di êrîşê de birîndar bûne jî bi lez şifayê bibînin."