Nihat Kavşut
10 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 11 Tîrmeh 2018
ANKARA
Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul got: "Di vê heyamê da wekî hikûmet em ê edaleteke ewle ava bikin. Wê helwesta me ya sereke ev be."
Abdulhamît Gul piştî di Kabîneya Serokomariyê da ji bona Wezareta Edaletê hat wezîfedarkirin daxuyaniya ewil da AAyê.
Wezîrê Edaletê Gul diyar kir di vê heyamê da wekî hikûmet wê edaleteke ewle ava bikin û got wê helwesta me ya sereke ev be û wiha axivî: "Welatiyên me yên li Kordona Îzmirê, xwîşk û birayên me yên li Sûra Diyarbekirê, welatiyên me yên li Samsunê û xwîşk û birayên me yên li Antalyayê jî wê hesta vê edaletê hîs bikin. Em hewl didin hesteke wisa peyda bikin ku her kes bibêje 'Li Tirkiyeyê edaleteke ewle heye.'"
Abdulhamît Gul destnîşan kir pergaleke ku burokrasî kêm dibe û însan û nirx derdikevin pêş dixwazin û wiha got: "Di nav pergalê da mekanîzmayên wisa hene kesên ji bo xizmeta gel dibin asteng berteref dikin û pergalê ji giraniyê xilas dikin."